Daweta damezranderê Facebookê Mark Zuckerberg bi Priscilla Chanê re
- Kategorî: Nûçe
- Weşandin: Yekşem, 20 May 2012 20:08
- Nivîskar: Şirîn Berwarî

Duhî kesê Facebook damezrandî `Mark Zuckerberg` di timeline a jora xwe ya Facebookê de wêneyê daweta xwe digel hevjîna xwe `Priscilla Chan` belavkir, hejîgotin ê ye ko 100 kes mêhvanên daweta wana bûn, ew jî li mala wan de hate sazkirin.
Wêneyên HD yên 100 înçî li pêş çavên we digel berçavika ST1080´ê (Vîdeo)
- Kategorî: Teknîk
- Weşandin: Yekşem, 20 May 2012 11:45
- Nivîskar: Pawan H.

Berçavika Silicon Micro Display ku modela wê ST1080 e, dikare wêneyên 2D û 3D yê bi kalîteya 1080p û bi meziniya şaşeya 100 înçî bîne li pêş çavên we. Ev berçavike niha bi bihayê 799 dolaran li bazarî de tê firotin.
Ceribandina şaşeya Nokia Lumia 900´ê
- Kategorî: Teknîk
- Weşandin: Yekşem, 20 May 2012 09:53
- Nivîskar: Narin Ahmad
Malpera Gsmarena vîdeoyek ji smart mobila Nokia Lumia 900´ê belav kiriye ku di vê vîdeoyê de endamên TechCraveê şaşeya Nokia Lumia 900´ê test dikin.
9 Milyon kesan navê xwe nivêsandin ji bo kirîna Samsung Galaxy S III
- Kategorî: Nûçe
- Weşandin: Şemî, 19 May 2012 10:17
- Nivîskar: Rasti M.H.

Li gor gotinên "Korea Economic Daily" ta niha 9 milyon kesan navê xwe di sereya kirîna Samsung Galaxy S III;ê nivêsandiye, her wesa hat gotin ku Samsung tenê di mehê de dikare 5 milyon telefonan çêbike lewma dibe her kes di meha yekê de telefona xwe wer negire.
Şirketa HP yê 25,000 karmendên xwe ji karî di derêxe
- Kategorî: Nûçe
- Weşandin: În, 18 May 2012 11:47
- Nivîskar: Ali Hirori

Şirketa HP yê li bere ku nêzîkî 25,000 kes ji karmendên xwe ji karî derbêxe. Ev hejmare nêzîkî 8 ji sedî ji hêza karî ya vê şirketê pêk tîne. Bloomberg li roja pêncşeme îlan kir ku şirketa HP yê ji bo kim kirina lêçûna di vê ku hinek karmendên xwe ji karî derbêxe, lê hêşta ev biryar e bi dawî nehatiye.
Bi kar înana iPadê ji bo xwarina meymûnan
- Kategorî: Nûçe
- Weşandin: În, 18 May 2012 10:32
- Nivîskar: Narin Ahmad
Her çende ku meymûn (Orangutang) nikare bi peyive û têkelî ya wan digel mirovan bi tenê bi îma û îşaretaye, lê iPad dawî teknolojî ye ku delîveyê dide da ku ev arîşe piçekî çareser bibe. Ev îdêye li baxçeya ajelan li bajarê Miami (başûr-rojhilatê Emerîkayê li Parêzgeha Florîdayê de) hate test kirin. Di vê testê de meymûn bi kefa xwe xwarina xwe di hilbijêrê.
Kontrol kirina robotîk BrainGate ji aliyê pêlên mejiyê
- Kategorî: Teknîk
- Weşandin: Pêncşem, 17 May 2012 13:00
- Nivîskar: Pawan H.
Şirketa teknolojiya pêşketî bi navê BrainGate duhî destê robotîkî çêkiriye ku bi pêlên mejiyê mirovî tê saxtî kirin. Helbet ev kare ji aliyê sensorekî bi 96 elektroda hatiye pêk anîn ku bi rêya bi hev ve kirin di hundira korteksa tevgera mejiyê, guhdariyê bi pêlên mejiyê mirovî dike. Ev robot e li ser pîrejineka 85 saliya şelelî hatiye test kirin ku 15 sal e nikare dest û pêyên xwe bilivîne.
Otomobîla şêrê deryayê projeya nû ji şirketa Mazda yê (Vîdeo)
- Kategorî: Otomobîl
- Weşandin: Pêncşem, 17 May 2012 10:22
- Nivîskar: Amed H

Şirketa Mazda yê di nûtirîn projeya xwe de otomobîla şêrê deryayê (Sea Lion) çêkiriye ku li ser erdî û avê de tê ajotin. Leza Sea Lionê 290 kîlometer di saetê da ye û bi motora Mazda 13B yê techîz kiriye.
Google çiye?
- Kategorî: Raport
- Weşandin: Çarşem, 16 May 2012 12:21
- Nivîskar: Occo Mahabad

Navê Googlê ji aliyê Milton Sorotta ve hatiye dayîn.Sorotta xwerziyê Edward Kasner
e.Edward matematîkzanekî pir jêhatî û navdar e.Wateya navê Googlê ji peyveke matematîkî
hatiye çêkirin.Peyva rastîn Googol e.Di matematîkê de piştî yekê bi hatina 100 sifirê reqamek
çêdibe, ji bo vê reqamê Googol dibêjin.Milton navê Googolê vediguherîne dike Google.
Wêneyê roja xwe ya îro bigre!
- Kategorî: Nûçe
- Weşandin: Sêşem, 15 May 2012 10:52
- Nivîskar: Şirîn Berwarî

Îro sêşembê 15 mehê birêkxistina "Expressions of Humankind" dixwazîtin wêneyan li seranserî cihanê kom ketin, herkes dikarîtin wêneyên xwe yê roja îro wênegirtî ji wan ra bişînîtin, ev wêne dê di malpera wana de hêne balavkirin û herwesa dê pertûkek ji baştirîn wêna hête çêkirin.





